Mixazeyên Mezin Supermarket
Hinek supermarket tiştan digihînin malê ger bi rêya înternêt hatibin wesandin. Tenbe bike ku tiştan li pêş derî deynin. Mixazeyên li jêr xwediyên xizmetên gîhandina malan in.
- Coles nuha di navbera 7 û 8ê sibehê de tenê bo kesên xwedî kartên Pensioner Concession, Commonwealth Seniors Health, Companion yan ya Health Care vekirî ye.
- Telefone 1800 455 400 bike bo xizmeta gîhandina malê ya Coles
- Hinek mixazeyên Woolworths di navbera 7 û 8ê sibehê de tenê bo kesên xwedî kartên Pensioner Concession yan Seniors vekirî ne
- Li ser înternêt forma priority assistance dagire yan telefone 1800 000 610 bike bo xwaztina gîhandina malê.
The Staples Bag, projeyeke SSI ya civatî ye bo pêşkêşkirina xwarinên kalîtebaşe sûdmend û arzan di tûran de bi hêsanî. Di pêvajoya vê demê de mixazeya xwarina di tûran de li Campsie (The Staples Bag’s Campsie store) dê vekirî be. Lê mixaze dê nehêle bêtir ji 6 kesan di heman demê de li hindir bin.
Derman
Ger di dema xwe-îzolekirinê de dermanê te nemîne, dikarî ji endamekî malbatê, dostekî yan dermanxaneya xwe gîhandina dermên bo malê bixwazî.
Programa Home Medicines Services programeke demî ye û bi mebesta alîkirina kesên xwedî dijwarî di nav civatên me de û parastina wan ji îmkana nêzikiya ji Vîrosa Korona (COVID-19) dermanên bi raçêt digihîne malan. Ger dermanxaneya te di vê programê de be, dikarî jê bixwazî ku dermanê te bigihîne mala te. Bo bêtir agahdarî vir bitikîne: here.