Miqayîtiya li tenduristiya derûnî
Îzolekirin û strêss dikarin miqayîtiya li tenduristiya derûnî dijwar bikin. Beyond Blue, Head to Health and Lifeline xwediyên hinek şîretên bo dema êşa belavok Vîrosa Korona me.
Ger dixwazî derheqê tenduristiya xwe ya derûnî de bi kesekî re biaxafî, peywendiyê bi van şûnan re bike:
- Lifeline Australia yan Suicide Call Back Service (Xeta jiyanê yan xwekujiyê xizmeteke 24 sa’etî/7rojî).
- Beyond Blue – 24 sa’etan/7 rojan bo şîretvaniya telefonî (councelling) û axaftina înternêtî (chat) (ji demjimêr 3 dûnîvro ta 12 bi şev)
- Mensline – şîretvaniya (councelling) telefonî û înternêtî ya 24 sa’etî/7 rojî bo peyan
- QLife – bo alîkirina kesên ji civata LGBTI (hefteyê 7 rojan ji demjimêr 3 dûnîvro ta 12 bi şev)
- Kids Helpline – Telefon, axaftina înternêtî û xizmeta bi email bo zarokan
- Headspace – alîkarî bo ciwanên temenê wan di navbera 12 û 25 salan de
- Parentline – alîkarî bo bavan/dayan, bapîr û dapîran û serpereştan
Rewşa Diltezîne
Ger COVID-19 haletên bo te yan kesekî te xembar û diltezîne vejîne, alîkariyê bixwaze. Grîng e bo me ku tu haydare xizmetên li holê bî û xwe di van demên encam-ne-xuya de bi piştgirî hest bikî. Xizmetên li jêr dikarin ji bo tevdêriya di rewşên xembar û diltezîne de bi te re alîgir bin.
- Embrace Multicultural Mental Health – agahiyên ligor paşerehên çandî, xizmet û agahdariya derheqê tenduristiya derûnî de.
- Head to Health – Ferhenga alîkariyên bo xemgîniya kûr (trauma) û guhertinên mezin yên bi stress (stressor).
Alîkarî derheqê bikarhanîna zora malbatî de
Ev demek e dijwar e bo gellek kesan. Ger di jiyana te de xemxwarî heye bi tenê xwe xeman nekişîne – alîkariyê bixwaze. Gellek caran axaftina derheqê mijarê de li malê dikare xemxwariya te siviktir bike.
Dikarî alîkariyê ji malbata xwe, dostan û hevkaran bi dest xî, yan ji şûnên alîkirinê. Hinek şûnên alîkariyê û xizmetên piştgiriyê ku dikarî her dem peywendiyê bi wan re deynî li jêr in.
- Ger tu yan kesekî din di nav tehlûkeyê de bin telegone 000 bike
- 1800 RESPECT – xizmeta şîretvaniyê ya neteweyî (councelling) bo ta’deya cinsî û bikarhanîna zora malbatî (rojê 24 sa’etan/hefteyê 7 rojan vekrî ye)
- Xeta taybet bo Aborijiniyan derhrqê bikarhanîna zora malbatî de – 1800 019 123