Tehlûkeya COVID-19 li ser her kesî heye, lewma pêdivî bi xweparastinê û parastina yên din heye.
Ev bi taybetî bo kesên ku temenê wan li jor 50 salan e û xwediyên kêşeyên tenduristî û nexweşîyên demdirêj in di nav australiyên aborijinî û yên ji giravên Torrest Strait de. Hinek agahiyên bo alîkirinê li jêr in:
- Çend şîretên Sean Choolburra bo mayîna bi selametî li mal di vê demê de.
- Bo miqayîtiya li selametiya çanda Aborijinî û xelkê Giravên Torres Strait (Word)
- Çalakiyên hevdûriya giyanî û pêşniyazî bo malbatên bi zaro (Word)
- Nexşeya Xizmetên Tenduristî bo Aborijiniyan û Daniştvanên Giravên Torres Strait – Nexşeyeke taybet bo dîtina Xizmeteke Tenduristî bo Aborijiniyan yan şêniyê giravên Torrest Strait li nêzikî te.
Bandorên li merasîman û şînê
Çand û merasîm, wekî kombûnên mezin bo şîngirtinê (Sorry Business) gellekî grîng in ji bo civatên me. Lê bi encama sînorkirinên kombûnên hindirî û derveyî divêt em rêyên din bibînin bo parastina civatên xwe ji vîrosê. Bi mezinên xwe, endamên malbata xwe, yan kesên ji land council bişêwire derheqê dîtina rêyên bi selametî bo cîhgirtina merasîmên şînê di vê demê de.
Berbendkirina serîlêdana civatên dûr
Bi-sînorkirina seferê bo civatên li herêmên dûr li Bakurê Australya, Queensland, Başûrê Australya û Rojavayê Australya nuha li holê ye. Armanca berbendkirinan bizava rêbirrîna li belavbûna Vîrosa Korona û parastina selametiya civatên li herêmên dûr e.
Dê bikaribî seferê di nav civatan de bikî li navçeya heman herêma hatî sînorkirin, lê baştir e li herêma mala te lê ye bimînî, li şûna tehlûkeya belavkirina vîrosê di nav civatan de. Heye ku pêwîst be xwe bo 14 rojan veqetînî pêş bikaribî têkevî herêma civateke din.
Bo bêtir agahdarî û lînkên derheqê pêşniyaziyên taybet bo her wîlayetê û herêmê malpera niaa.gov.au veke. Bi hev re em dikarin vîrosê rawestînin û civatên xwe bi hêz bihêlin.