Bêtir ji pênc milyon australî zimenekî ji bilî Înglizî dipeyivin, û ji ber nezelalîyên derheqê COVID-19 de hene, grîng e van civatan agahiyên grîng yên tenduristî bi dest xin û wan baş fêhm bikin. Bidestxistina agahiyên pêbawer û durist bi zimanê xwe ji aliyê australiyên ku zimanê wan yê yekemîn ne-Înglizî ye bi taybetî grîng e, ji bo rêbirrîna li agahî û baweriyên şaş yên bi encama belavbûnê dijwariyan bêtir dikin.


Pelên Agahiyên Durist yên Department of Home Affairs derhrqê COVID-19 de

Wezareta australî ya kar û barên hindirî Department of Home Affairs pelên bi navê COVID-19 fact sheets weşandin ku nuha bi 17 zimanan hene. Bo bidestxistina hemî agahiyan li vir bitikîne here.


Malpera SBS ya pirrziman derheqê Vîrosa Korona de

SBS pêş kurtedemekê Malpera SBS ya Pirrziman bo Vîrosa Korona bi rê xist, tê de nûçe û agahiyên bi bêtir ji 60 zimanan hene, bo bêtir alîkarî bi Australya ya pirrçand re. 

Agahiyên durist û nû ji duristpela wan ya herî dawîn bigir: COVID-19 Fact Sheet 

Hinek agahiyên sûdemend yên din bi zimanên ne-Înglizî bo civatên cudaziman (CALD).